Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Deryaya Başûra Çînê Pirsa Sereke ya ASEAN Bû


Bi ne amadebûna Serokê Amerîka Barack Obama, rêberên Çînê dikarîbûn xwe di civînên vê hefteyê de li Asyayê ramidînin. Ev yekê derfeta da wan ku helwestên xwe li ser pirsgirêkên asê nîşan bidin, bi taybet kêşebarîya li ser Deryaya Başûrê Çînê.

Dihate çaverêkirin ku Serok Obama di hilcivîna Brunei de behsa wê yekê bike ku welatên herêmî nekevin nav pevçûnan li ser pirsgirêka Deryaya Başûrê Çînê ku ev çend sal in cihê kêşebarîyê ye.

Çîn dibêje 80 ji sedî ji rêjeya deryayê ya wê ye. Ev yek jî dikeve ber îdîayên welatên din yên cîran. Lê karbidestên Çînê vê hefteyê ti daxwaz nişan nedan ku hêzên biyan fişarê jibo vê pirsgirêkê bikin.

Di Hilcivîna Rojhilata Asyayê de ku 18 welat têde başdar dibin û wekî ASEAN tê naskirin, serokwezîrê Çînê Li Keqiang ligel serokên hikûmetên herêmî û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry kom bû û banga danûstandinan kir da ku balê bide cihên hevkarîyê wekî pêşvebirina abûrî û baştirkirina jiyana xelkê.

Bi gotinine din, Çîn dixwaze vê pirsgirêkê welat bi welat çareser bike, ne hemû bi tevayî wekî ku Washington, Tokyo û hin welatên herêmê dixwazin.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di hilcivînê de got ku pêkanîna rêkeftinekê pêwîstîyeke jibo dema dirêj. Lê welatên herêmê dikarin rîska tênegihiştinê kêm bikin bi avêtina gavan îro. Wî got, mafên hemû welatan, yên mezin û yên biçûk divê werin rêzlêgirtin.
Brunei, Taiwan, Malaysia, Filîpîn û Vietnam jî mafên xwe di deryayê de îdîa dikin.

Sultan Bolkiah dibêje, welatên ASEAN û Çînê ji wezîr û mezine karbidestên xwe re gotine ku gotûbêjên xwe zêde bikin.

Serokwezîrê Japonê, Shinzo Abe, ku welatê wî jî kêşeyeke cuda li ser Deryaya Rojhilata Çînê heye, di hilcivînê de got ku girjî li ser Deryaya Başûrê Çînê rasterast bandorê li aştî û aramîya herêmî dikin.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG