Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxkistina Nehêlana Çekên Kîmyawî Xelata Nobel Werdigire


Xelata ev sale ya Nobel bo Aştîyê pêşkêşî rekxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî hat kirin, ya ku noke mijûlî hilweşandina cebilxana çekên kîmyawî yên Sûriyê ye.

Komîta xelata Nobel roja Înê, îro peyama xelatkirina rêkxistina OPCW li Oslo ragehand bo bizavên wê yên berdwam bo nehêlana çekên Kîmyawî.

Ew rêkxistin ku bingeha wê ya li Hague, li sala 1997 ê hat damezradin bo bihêzkirina Peymana Çekên Kîmyawî ya Navnetewyî.

Komîta Nobel îro di belavokekê de got karê OPCW alîkarîkirye ku bikaranîna çekên kîmyawî li jêr qanûna navnetewyî bê berbend kirin, û got bûyerên vê dawiyê li Sûrîyê, ku çekên kîmyawî li dijî xelkê sivîl hatin bikaranîn, diyar kir ku çend pêdivîye bo nehêlana çekên wiha pitir bizav bên kirin.

Sûrîye da zanîn ku çekîn kîmyawî hene û biryare roja Dûşembî bibe endama OPCW.
Rêxistina OPCW alîkarîyên diravî ji layê welatên endamên wê werdigire û budca wê nêzîkî 100 milyon dolare. Nêzîkî 500 karmed hene û bingeha wê ya li Hague, Holenda. Ew rêxistin dibêje ku pitir ji 5,000 vekolîn li 86 welatan kirîne.
XS
SM
MD
LG