Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aksoy: Biryara Parlamena Tirkîyê Tê Wateya Dijminatîya Kurdan


Parlamena Tirkîyê piştî ku hefteya borî tezkereya destwerdana leşkerî ya jibo Sûrîyê pejirand, roja Pêncşemê jî bi hinceta tehdîta berdewam ya serhildayên Kurd tezkereya jibo Kurdistana Îraqê pesend kir.

Parlamenterê BDP’ê yê bajarê Agirî Halîl Aksoy ji Dengê Amerîka re dibêje, “biryara parlamenê nîşan dide ku Tirkîye hê jî gelê Kurd jixwe re wekî dijmin hisab dike.”

Birêz Aksoy dide xuya kirin, “Hikûmeta Tirkîyê ji alîyekî ve doza aştî û çareserîyê dike, li alîyê din jî amadekarîyên şer dike ku ev jî nayê qebûl kirin.”

Ew, biryara parlamena Tirkîyê wekî berteka dijî hemû partîyên Kurd dinirxîne û dibêje, “îhtimal heye ev biryar neyê xebitandin, lê heger herêma Kurdistanê rêvebirîyeke serbixwe ye kesek nikare jibo destwerdana erda wan biryarên wiha bide.”

Parlamenterê Kurd bibîr dixe, “ji xeynî hikûmeta AKP’ê, CHP bixwe jî naxwaze Kurd bi rêya sîyasetê doza mafê xwe bikin ku ji helwesta wan ya li parlamenê ev dîyar dibe.”
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG