Lînkên eksesibilîtî

HRW: Serhildayên Sûrîyê Gunehkarîyên Dijî Mirovanî Kirine


Rêkxistîya Zêrevaniya Mafên Mirovan, Human Rights Watch serhildayên Sûrîyê tawanbar dike ku gunehkarîyên dijî mirovanî kirine demê êrîşên xwe li ser devereka li bin kontrola hêzên ser bi serokê Sûrîyê Beşar Esed.

Ew rêkxistin dibêje hêzên çekdar yên opozisyona Sûrî li êrîşa xwe li ser devera Latakia li meha Tebaxê bi kêmîve 190 kesên sivîl kuştin û pitir ji 200 kes kirine rehîn, ku behra pitir jin û zarok bûn.

Raporta rêkxistina Mafên Mirovan bingeh li New York dibêje ku bi kêmîve 67 kes neqanûnî hatîn îdam kirin demê êrîşê li ser 10 gundên Alewî yên ser bi serokê Sûrîyê Esed, ku carna, endamên hindek malbatan hemû hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG