Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‘Mazgal’ Şahidîya Kuştina 10 Girtîyên Kurd Dike


Fîlmê dokumanterî ‘Mazgal’ ku li ser bûyera kuştina 10 girtîyên Kurd li girtîgeha Diyarbekirê ye, li Stenbolê bi pêşandaneke taybet derket pêş temaşevanan.
Belgefîlmê Mazgal, ligel hevpeyvînên bi kesên şahidiya mudaxaleya ser girtîgeha Diyarbekirê kirine re, bûyera 24’ê Îlona 1996’an vedibêje.

Derhênerê fîlm Cemîl Oguz piştî pêşandana taybet ya Mazgal’ê ku roja Înîyê li Garajİstanbul pêk hat, ji Dengê Amerîka re peyivî.

Birêz Oguz, mebesta xwe ya bi vê xebatê anî ziman û got, “me xwest bi rêya Mazgal’ê bûyera hovane ku 17 sal berê 10 girtîyên Kurd bê sedem hatibûn kuştin, bînin bîra însanan ku pêşîya bûyerên wiha jî bê girtin."

Wî, hin beşên Mazgal’ê bibîr xistin û dîyar kir, ew dixwaze peyamên xwe bi rêya hunerê bigihîne temaşevanan.

Her ku kesên bûne sedema kuştina girtîyan heta niha nehatibin ceza kirin jî Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) sala 2010’an, jiber vê bûyerê dewleta Tirkîyê bi cezayekî giran yê tezmînatê mehkûm kiribû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG