Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SANA: Hawin li Nêzîkî Hotela Lêvekolên N.Y. li Şamê Ketin


Otomobîlên lêvekolên çekên navokî digihin hotelê li Şamê.
Otomobîlên lêvekolên çekên navokî digihin hotelê li Şamê.
Medyaya dewleta Sûrî ragihand ku du bombeyên hawinê roja Şembî li nêzîkî hotela pisporên navneteweyî yên çekên kîmyawî li Şama paytext ketin.

Ajansa SANA ya nûçeyan ragihand ku di encama wê êrîşê de zarokekî heşt salî û 11 kesên din birîndar bûn. Êrîş li taxê Ebu Rumanê pêk hat.

Herdu hawinan nêzîkî 300 metran dûrî hotêla Four Seasons teqiyan, cihê ku pisporên navneteweyî yên çekên kîmyawî û karmendên Neteweyên Yekbûyî li wir dimînin. Karmendekî N.Y. got ku bombeyan ti ziyan negihandin hotelê.

Serhildayên Sûrî bi awayekî berdewam ji derveyî Şamê êrîşî taxên li jêr kontrola hêzên Serok Beşar Esed li nav bajêr dikin. Heftiya bihurî di êrîşeke din de, bi kêmî ve heşt kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG