Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojname: Îran Maymuneke din Dişîne Valahiya Esmanî


Rojnameyeke Îranî radigihîne ku Komara Îslamî di vê mehê de meymuneke din dişîne valahiya esmanî.

Rojnemeya Cimhûrî Îslamî ya parêziyar roja Yekşemê gotina Hemîd Fazilî, cîgirê serokê Ajansa Valahiya Îranî belav kir ku dibêje şandina maymnunî beşek e li plana Îranê jibo şandina mirovekî bo valahiya esmanî li sala 2018’ê.

Her di vê salê de Îranê îdîa kir ku wê bi awayeke serkeftî maymunek şande valahiya esmanî û vegerand erdî, li gorî ajansa Associated Press.

Di meha Îlonê de, Îranê ragihand dibe ku pisîkan jî bişîne valahiya esmanî.
XS
SM
MD
LG