Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Karmendên Xaça Sûr li Sûriyê Hatin Revandin


Karbidestên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) ragihand ku heft karmendên wê rêxistinê roja Yekşemê li bakura Sûriyê hatin revandin.

Peyvdarê ICRC li Şamê Simon Schorno got ku ew karmend nîveroya Yekşemê li nêzîkî bajarokê Seraqib, li parêzgeha Îdlibê hatin revandin.

Schorno nasnama wan karmendan eşkere nekir.

Her ji destpêka kirîza Sûriyê vir ve, 22 karmendên Heyva Sor ya Sûrî hatîne kuştin, li gorî ICRC.
XS
SM
MD
LG