Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Daxwaza Azadiyên Akademîk Dike


Serokê Îranî Hesen Ruhanî dibêje, gerek berpirsên Komara Îslamî azadiyên akademîk sînordar nekin.

Ruhanî herwiha dibêje ku gerek berpirs rêkê bidin akademisyonên Îranî ku di konferansên navneteweyî de beşdar bin, li gorî ajansa Associated Press.

Di peyamekê de jibo xwendevan û profesorên Zanîngeha Tehranê, Ruhanî got ku “şermezarî ye” ku hindek grup bizavê dikin şiyanên akademîk sînordar bikin.

Peyama Ruhanî ya roja Duşemê, tundtirîn rexneya wî ye li dijî sînordariyên civakî ku ji layê hêzên parêziyar yên Îranî ve hatîne sepandin.
XS
SM
MD
LG