Lînkên eksesibilîtî

Kerry: Divê Hikûmeteke Nû li Sûriyê Ava Bibe


Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry dibêje ku gerek bi zûtirîn dem konferanseke navneteweyî ya taybet bi aştiya Sûriyê birêve biçe jibo avakirina hikûmeteke întîqalî li Sûriyê.

Birêz Kerry roja Duşemê li London ligel Lexder Brahîmî, nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Welatên Ereb re kom bû.

Piştî wê civînê, birêz Kerry dîsa got ku Serokê Sûrî Beşar El Esed şerîet ji dest daye.
Wezîrê Derve herwiha got ku ya girîng e civîna ‘Jinêva 2’ li naverasta meha 11 birêve biçe.

Herwiha Brahîmî jî got ku gerek roja danûstandinên aştiyê bi zûtirîn dem bihête destnîşankirin.
XS
SM
MD
LG