Lînkên eksesibilîtî

Şandeke din ya BDP’ê Serdana Ocalan Kir


Parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê roja Duşemê serdana rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan kirin di zîndana Îmralî de, di çarçova proseya aştiyê li Tirkiyê.

Şandeya BDPê ji Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêkhatibû, li gorî rojnameya Hurriyet ya Tirkiyê.

Biryar bû ku hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş jî serdana Ocalan bike, lê berê Wezareta Dad ya Tirkiyê rê neda wî biçe Îmralî.

Ev cara 11-emîn bû ku parlamenterên BDP’ê serdana Ocalan bikin.

Hikûmeta Tirkiyê rêk da parlamenterên Kurd serdana rêberê PKK’ê bikin wek beşek li pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd.
XS
SM
MD
LG