Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tepeserkirina Koçberan li Rûsya


Polîsan li paytexta Rûsya, Mosko roja Duşemê 1200 koçber ji Naverasta Asya û Qavqazîya girtin, piştî serhildanekê li dijî koçberîyê ku bi kuştina hemwelatîyekî Rûs derkete holê.

Girtina li ser koçberan li devera Biryulovo ya başûrê paytexta Rûsî pêk hat, di destpêkê de li dikaneke mêwî û şînkayîyan cihê ku xwepêşandineran bawer kirin ku kesê kujer li wir kar dikir. Ew bixwe jî koçberek ji herêma Bakurê Qavqazîya bû.

Kuştina Yegor Shcherbakov bû sedema xwepêşandinekê li roja Yekşemê ku paşê tund bû. Di encamê de bi sedan kes hatin girtin. Piranîya wan piştî çend demjimêran hatin berdan.

Xwepêşanderan desthilatdar bi wê yekê tawanbar kirin ku ew karekî xwe bi temamî nakin jibo vekolînkina kuştinê. Polîs û vekoleran soz dane ku yê kujer bibînin, ku heta nuha revîyayî ye.

Girjî bi salan di navbera xelkên Rûs û koçberan derketîye holê. Piranîya koçberan Misilmanên ji herêma Bakurê Qavqazîya, Azerbaycan û welatên din yên Sovyêta berê li Naverasta Asyayê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:19 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG