Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Nakokîyên Rojhilata Navîn, Heca Îsal Bê Kêşe Derbas Dibe


Piştî gera li dora Ke'bê, pîroztirîn cihê Misilmanan, hecac li ser çiyayekî kom dibin, cihê ku Pêxember Mihemed berî 1400 salî bang li Misilmanan kiribû ku bibin yek.

Tevî wilo jî, Heca îsal bêy astengîyên mezin xuya dike. Li gorî pisporê terorizmê yê Skotlandî Stephen Vertigans, hinek xelk pirsgirêkên wan yên siyasî hene.

Birêz Vertigans dibêje, piranîya mezin ji xelkê diçin bi sedemên olî diçin hecê, da ku tevlî Misilmanên din bibin û bawerî xwe derbirîn bikin.

Lê tevî girjîyên siyasî, kontrolkirina ev qas xelk zehmetîyeke mezin e. Sala bûrî xelkê pê lihev kirin û sala 1979 terorîstan girtin ser hecacan.

Îsal vîrûseke qefesa sîngê ketîye nav welatên Kendavê ku bûye sedem gelek hecac dûr bikevin. Vê vîrûsê bêtirî 50 kesî li Erebistana Saudîyê kuştîye.

Hikûmeta Saudî herwiha jimara xelkê kêm kiriye jiber karê ku Mizgefta Mezin tê kirin.
Lê Saudî dê li jêr fişarê bin da ku kotayê hilînin û rê bin jimareke mezin ji Misilmanan ku herin hecê, li gorî ku Vertigans dibêje.

Hec bi Cejna Qurbanê bidawî dibe, dema ku Misilman li seranserî cîhanê wê pîroz dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG