Lînkên eksesibilîtî

Li Destpêka Cejnê 12 Kes li Kerkukê Hatin Kuştin


Qurbaniyên teqîna roja Sêşemê li Kerkukê, 15'ê meha 10, 2013.
Bi sedema teqîna otomobîlekê li mizgefteke bajarê Kerkukê, bi kêmî ve 12 kes hatin kuştin.

Di teqîna roja Sêşemê de herwiha 24 kesên din birîndar bûn, li gorî karbidestên Îraqî.

Ew teqîn li mizgefta El-Quds qewimî dema Musilmanan nivêja eydê dikir, li destpêka cejna qurbanê.

Li sala 2013ê, tundûtûjî li Îraqê zêde bûye û her ji meha Nîsanê vir ve bi kêmî ve 5,000 kes li wî welatî hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG