Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Civata Senatoran Rêkeftinek li Ser Budcê Ragihand


Rêberên Civata Senatoran lihevhatinek ragehand ku hem pişkên daxistîyên hikumetê wê vebin û hem jî dê pere ji hikumetê re berdest be heta ku pêgirtinên xwe yên diravî pêk bîne.
Rêberê piraniyê li Civata Senatoran Yê Demokrat Harry Reid û rêberê kêmaniyê li Civatê yê Komarî Mitch McConnell ew rêkeftin roja Çarşembê îro ragehand.

Senator Reid got herdu aliyan jêknegirtinên xwe danane alîyekî da welat rû bi rû “karesatek” diravî nebe.

Ew pêşniyar dê hikûmetê heta 15 meha yêk Kanûna Yekemîn vekirî bihêle û astê deynkirinê bilind bike ku hikûmet bikaribe heta 7 meha du Şibatê pêgirtinên xwe yên diravî pêk bîne.

Senatorê Demokrat Harry Reid û Senatorê Komarî Mitch McConnell bizav kirye ku bigehin lihevhatinekê ku li herdu Civatên Kongrêsê derbas bibe û roja Pêncşembî Serok Barack Obama mor bike
XS
SM
MD
LG