Lînkên eksesibilîtî

Kirîza Daxistina Hikûmeta Amerîkî Çareser Bû


Avahiya Kongresa Amerîkî.
Kongresa Amerîkî şeva Çarşemê deng da jibo pejirandina bernivîsa biryareke taybet bi dawî anîna pirsgirêka daxistina beşeke hikûmeta federalî ya Amerîkî.

Kongresê herwiha bernivîseke taybet bi zêdekirina astê wergirtina deynan ji layê hikûmeta federalî ve pejirand.

Encûmena Nûneran bi 285 hemberî 144 dengan bernivîsên herdu biryaran pejirand.

Encûmena Senatoran jî bi 81 hemberî 18 dengan bernivîsên biryaran pesend kir.

Serok Obama pesna pejirandina wan biryaran kir û got ku hikûmeta Amerîkî demûdest dest bi kar dibe.
XS
SM
MD
LG