Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrişekê de li dijî Şebekan li Musilê 16 Kes Hatin Kuştin


Êrişberekê xwekuj otombîleka pir li kersteyên peqandinê li bakura Îraqê teqand û bi kêmî ve 16 kes kuştin û pitir ji 60 kesên din birîndar kirin.

Teqîn li gundê El Mûwefeqîye ser bi bajarê Bertilla li rojhilata Mûsil qewmî ku xelkê wê behra pitir Şebekin.

Ew peqînê herwiha bu egera wêranbûna 7 xaniyan û ziyan gehande pitir ji 22 xaniyên din.

Heta noke çi alî berpirsyarya wê êrişê bi stûyê xwe ve negiritî ye.

Çekdarên Sunnî berî noke jî êriş kirbûne ser Şebekan yên ku behra pitir Şîa ne.
Meha buhurî, êrişberekê xwekuj li behiyeka malbateka Şebek li Nînewa bi kêmî ve 23 kes kuştin.
XS
SM
MD
LG