Lînkên eksesibilîtî

Li Topbarankirina Bakura Sûrîyê Jimareka Kesan Tên Kuştin


Bizavkarên Sûrîyê dibêjin li topbarankirina devera Helebê li bakur jimarek kesan hatin kuştin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêriya Mafên Mirovan bingeh li London ragehand ku roja Înê bajarê Tel Aran hatibû topbarankirin.

Ew rêxistin dibêje ku 7 kes hatin kuştin demê hêzên ser bi Serokê Sûrîyê Beşar Esed teqe li otombîla wan kirîn. 12 kesên din di topbarankirina wî bajarî hatin kuştin.

Lêkdanên navbera hêzên hikûmetê û çekdarên ser bi du tîreyên ser bi El Qayde li du rojên buhurî li Tel Aran tund bûyne.

Neteweyên Yêkgirtî radgehîne ku li şerê navxwe yê wî welatî ku noke di sala sê de ye bi kêmî ve 100,000 Sûrî hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG