Lînkên eksesibilîtî

Nerwîciyekê bi Resen Somalî Bergumanê Êrîşa Nayrobî ye


Karbidestên Kenya û destgehên ragihandinê dibêjin tê bawer kirin ku zelamekê Nerwîcî bi resen Somalî alîkarî kiribe li êrîşa meha bihurî hatî kirin li ser molekê li Nayrobî paytextê Kenya ku bu egera kuştina pitir ji 60 kesan.

Karbidestên ewlehiyê dibêjin lêvekol yê bizavê diken bizanin ka heke Hasan Abdi Dhuhulow yê 23 salî yêk bu ji êrîşberên wê êrîşê ku têda bi kêmî ve 67 kes hatin kuştin.

Raportên dengûbasan radgehînin ku Dhuhulow li vîdyoya çavdêrîyê li Mola Westgate hatibû nasîn.

Dhuhulow li Somalya hatibû dinyayê, lê paşî malbata wî çû Nerwîcê. Ne diyare ka heke ew hêşta saxe an ne.

Karbidestên Kînya berî noke navê çar çekdarên din ragehand bu ku dibêjin di êrîşê de beşdar bûn, û her çar hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG