Lînkên eksesibilîtî

Erebistana Saudî Nabe Endama Civata Tenahîyê


Erebistana Saudî razî nabe bibe endama Civata Tenahiyê ya Neteweyên Yêkgirtî û dibêje ku ev Civate sîyasetek du rû bikar tîne ku bûye asteng di rêya birêvebirna karûbarên wê de.

Wezareta Derve ya Erebistana Saudî roja Înê ragehand ku nabe endama Civata 15 endam heta ku rêform tê de nêhên kirin ku bikare erkên xwe bo parastina aştî û tenahiyê li cîhanê bi cî bîne.

Berî nuha Erebistana Saudî bi tundî rexne li Civata Tenahiyê girt bû ku serketî nebû li pejrandina bernivîsa biryarekê ku têda pêşniyar hatibû kirin rêjîma Beşar Esed bê sizadan ji ber tepeserkirina bi xwîn ya opozisyona Sûrî.

Rûsya û Çîn ku herdu endamên herdem yên Civata Tenahiyê ne, sê cara biryara dijê hikûmeta Sûrîyê veto kirine.

Herweha Amerîka, Brîtanya û Frensa jî endamên herdem yên Civata Tenahiyê ne û mafê vetoy heye, lê endamên din bi rêya helbijartinan bo du salan dibin endam.
XS
SM
MD
LG