Lînkên eksesibilîtî

Welatiyekî Amerîkî bi Gumana Terorê Hate Girtin


Marcos Alonso Zea
Karbidestên Amerîkî welatiyekê Amerîkî yê 25 salî binçav kirin, piştî wî bizav kir ku bibe endamê komeleke ser bi El Qayde li Yemenê.

Marcos Alonso Zea, ku herwiha bi “Alî Zea” tê naskirin, bi plandanan jibo kuştina mirovan li derveyî welatî hate tawanbarkirin.

Alî Zea roja Înî li mala xwe li Long Island hate girtin.

Karbidest dibêjin ku Alî Zea bizav kiribû piştgiriya teroristan û komela Ensar El Şerîe bike, ku rêxistineke ser bi El Qayde ye li Yemenê.
XS
SM
MD
LG