Lînkên eksesibilîtî

Jibo Du Salan Siyaset li Berlusconi Hate Qedexekirin


Silvio Berlusconi
Dadgeha pêdaçûnê li bajarê Mîlan roja Şembî biryar da ku heta du salan siyasetê li serokwezîrê berê yê Îtalî Silvio Berlusconi qedexekirin.

Dadgeheke din biryar dabû ku heta pênc salan siyasetê li Berlusconi qedexe bike, ji ber binpêkirina qanûna bacê.

Li meha bihurî jî, Komîteyeke encûmena Senatê ya Îtalyayê deng da jibo dûrxistina Berlusconi ji parlemanê.

Dûrxistina serokwezîrê berê piştî biryara dadgeheke Îtalî bû ku tawanbarkirina wî bi binpêkirina qanûna bacê piştrast kir.

Berlusconî yê 77 salî jibo sê geran serokwezîrê Îtalyayê bû.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG