Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 16 Leşkerên Sûrî Hatin Kuştin


Çalakvanên mafên mirovan dibêjin, di encama teqîna otomobîleke xwekujî de li nêzîkî Şamê, bi kêmî 16 leşker hatin kuştin.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku êrîşa roja Şemiyê ji aliyê grupa ser bi el Qayîde ya Cebhet el Nusra ve pêk hat, tevî ku hîn kesekî berpirsiya êrîşê nexistîye stûyê xwe.

Teqîn bû sedema şerekî giran li ser xaleke kontrolê li navbera devereke li bin destê serhildayan û bajarokekî ku Kristiyan û Durzî lê dijîn.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûrî herwiha derbarê teqîna li bajarokê Ceremana ragihand û got ku qurbanî têde ketin.
XS
SM
MD
LG