Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Piştgiriya ‘Jinêva 2’ Brahîmî Serdana Misirê Dike


Lexder Brahîmî
Lexder Brahîmî
Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Welatên Ereb serdana Qahîre kir, di bizavekê de jibo bidestxistina piştgiriyê jibo konferansa taybet bi aştiya Sûriyê.

Lexder Brahîmî roja Şembî bi wezîrê derve yê Misirê Nebîl Fehmî re civiya. Brahîmî roja Yekşemê jî ligel rêberê Komkara Welatên Ereb Nebîl El Erebî kom dibe.

Biryar e konferansa ku bi Jinêva 2 tê naskirin, li meha 11 li Swîsre birêve biçe.

Armanca wê konferansê, avakirina hikûmeteke întîqalî ye li Sûriyê û amadekirina wî welatî ye jibo encamdana hilbijartinên demokratîk.
XS
SM
MD
LG