Lînkên eksesibilîtî

Di Teqînekê de li Sûriyê 30 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema êrîşeke xwekujî li Sûriyê herî kêm 30 kes hatin kuştin.

Teqîna roja Yekşemê li xaleke vekolînê li bajarê Hemayê qewimî.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan û medyaya ser bi dewleta Sûrî radigihînin ku di wê teqînê de bi kêmî ve 30 kes hatin kuştin.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan herwiha ragihand ku ew teqîn ji layê komela ser bi el Qayîde ya Cebhet el Nusra ve hatiye encam dan.

Roja Şembiyê jî xaleke din ya vekolînê li nêzîkî Şamê rastî êrîşeke xwekujî hat û di wê êrîşê de 16 leşker hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG