Lînkên eksesibilîtî

Mala Muamer Qezafî Dibe Park


Bab El Ezîziye piştî ji layê NATO'yê ve hate wêrankirin.
Hikûmeta Lîbyayê dixwaze ku mala rêberê berê Muamer Qezafî, ku bi Bab El Ezîziye tê naskirin, bike parkeke giştî.

Wezîra Turîsmê Îkram Baş Îmam dibêje ku avahiya Bab El Ezîziye wê bibe parkeke giştî ya Terablusê, ku 55 hekteran mezin e.

Li dema şerê Lîbyayê yê sala 2011ê, Bab El Ezîziye bi tundî ji layê hêzên NATO ve hate bombebarankirin. Beşekê mezin yê wê avahiyê jî wêran bûye.

Qezafî jibo 40 salan rêberê Lîbyayê bû û li roja 20’ê meha 10 ya sala 2011’ê hate kuştin.
XS
SM
MD
LG