Lînkên eksesibilîtî

Protestoya Alîgirên Mursî li Misirê Berdewam e


Polîsên Misirê gaza îsotê li dijî bi sedan piştgirên Serokê Îslamî yê derkirî Mihemed Mursî bikar anîn, piştî ku wan rêyeke sereke li Qahîreya paytexta girtibûn.

Pevçûnên roja Yekşemê yên duwem bûn di du rojan de li pêş Zanîngeha el Ezher, navdartirîn navenda Misilmanan. Gelek ji piştgirên grupa Îxwan el Muslimîn ya Mursî, li Ezher xwendekar in.

Protesto di demekê de tên ku gotûbêj li ser qanûnekek nû ya astengkirina xwepêşanderan germ bûye.

Mursî li roja 3’ê Tîrmeha bihrî ji desthilatê hate dûrxistin piştî ku bi milyonan kes daketin kolanan û daxwaza hilweşandina desthilata wî kirin.
XS
SM
MD
LG