Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Rastî Êrîşeke Xwekujî Hat


Karbidestên Rûsî dibêjin, bi sedema êrîşeke xwekujî li bajarê Volgograd pênc kes hatin kuştin û 32 kes birîndar bûn.

Jineke xwekuj roja Duşemê bombên xwe di otobûsekê de teqand, li gorî karbidestan.

Peyvdarê desteya lêvekolan Vladimir Markin dibêje ku teqîna xwekujî ji layê jineke 30 salî ve hate encamdan bi navê Nadya Axiyalova.

Markin dibêje ku Nadya ji herêma Daxistan ya piranî Musilman e.

Karbidestên Rûsî dibêjin ku di demê teqînê de nêzkî 40 kes di wê otobûsê de bûn.
XS
SM
MD
LG