Lînkên eksesibilîtî

Diplomatên 11 Welatan bi Opozisyona Sûrî re Dicivin


Karbidestên 11 welatan roja Sêşemê ligel endamên opozisyona Sûrî kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser konferanseke taybet bi aştiyê li Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry di wê kombûnê de beşdar dibe ku li London birêve diçe.

Rêberên opozisyona Sûrî dibêjin ew dê konferansa aştiyê boykot bikin eger Serokê Sûrî Beşar El Esed razî nebe ku dest ji desthilatê berde.

Amerîka, Rûsya û Komkara Welatên Ereb bizavê dikin ku konferansa aştiyê li Jinêvayê li dar bixin bi beşdariya nûnerên rejîm û opozisyona Sûriyê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG