Lînkên eksesibilîtî

Şaredara Nisêbînê Gokkan: Çêkirina Dîwar Îlana Şer e


Ev çend hefetene ku tê îddîa kirin li sînorê Tirkiye û Sûriye dîwarek ku dirêjahiya wî bi dehan kilometre ye tê lêkirin. Li Nisêbînê, bingeha diwar hat avêtin lê nûnerên BDP yên navçeyê û şaredarîya Nîsêbînê li hemberê avakirina diwar derketin. Roja yekşemê jî ber vê sedemê alozî derket.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkîyê Muammer Guler di Cejna Qurbanê de li Mêrdînê bû û di derbarê diwarê ku tê avakirin de got “dîwarê ku li Nisêbînê tê çêkirin, jibo ku mal û canê welatîyên me ji mayinan biparêze, tê ava kirin. Kes diwar ava nake li ser sînor. Mijar bi awayek şaş tê şîrove kirin. Li ser vê mijarê şov dikin û dixwazin bere mesele bidin alîyek dinê. Çawa dibe ku li ser 911 km diwar ava bibe? Zarok jî ji vê yeke bawer nakin.”

Şaredara Nisêbînê ji Dengê Amerîka re got “Ji Nisêbînê heta Serêkanîyê dewlet bi armanaca ku rêya qaçaxîyê bigre û jibo ewlehîya welatîyan serê 20 roj in ku bi dest bi avakirina diwar kirîye. Tirkiye peymana ku mayina paqij bike imze kiriye . Em li bende bûn ku mayin werin paqij kirin lê neha di nav Kurdan de diwar ava dikin.”

Birêz Gokkan got “ Ji Rojava bo Turkiye tu risk tuneye. Heta Rojava sinorê Tirkiyê jî diparêze. Lê ji sînorê Tirkiyê endamên El Nusra derbasê sinorê Rojava dibin. Serokwezîr Erdogan jibo diwarê nav Xezze û Filîstinê dibêje diwarê şermê û rûreşîyê lê ewê ji vî dîwarî re beje çi?”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG