Lînkên eksesibilîtî

Erdogan: Biryara Şandeyên Îmraliyê Tenê Em Didin


Recep Tayyip Erdogan
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser nîqaşên derbarê şandeyên ku serdana rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin dibêje, “kî diçe kî naçe biryara wê em didin, divê herkes hedê xwe zanibe.”

Serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe ya roja Sêşemê ya li grupa Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de, li ser babetên rojevê peyivî.

Birêz Erdogan li ser nîqaşên şandeyên parlemanterên Kurd ku serdana Ocalan dikin dîyar kir, biryara vê hikumeta wan û wezareta dadê dide, lewma jî kes nikare rê nîşanî wan bide.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî di axaftina xwe ya koma parlemanê ku roja Sêşemê pêşkeş kir de, bersiv da daxuyanîyên serokwezîr.

Birêz Demirtaş her ku naveroka wê red nekir jî pakêta demokratîkbûnê bi tundî rexne kir ku daxwaziyên wan tê de cî negertine.

Wî metirsiyên li ser berdewama pêvajoya çareseriyê bibîr xistin û li ser astengên jibo dîyarkirina kesên li nav şandeyên Îmraliyê cî digirin jî wiha axifî: “dibe ku girtîgeha girava Îmraliyê girêdayî wezareta we be, lê ew kesê li wê derê rêberê gelê xwe ye û di dilê gel de ye. Ew ne girêdayî we ne jî girêdayî wezareta we ye. Ya girêdayî we dîwarên sar yên giravê ne. Ya girêdayî me jî dilê germ yê birêz Ocalan e. Bila girava Îmralî ji we re be, Ocalan jî ji me re.”

XS
SM
MD
LG