Lînkên eksesibilîtî

Jimareka hêrîşan li Bexdayê, Abu Xirêb û Rutbe bi dehan polîs û medenî kuştine

Jimareka hêrîşan linav û doruberên Bexdayê 14 kes kuştin û bi dehan dî birîndarkirn. Karbdestên Îraqê got, dawîtirîn tundutîjîyên îro çarşem teqînên bomban bun di nav bazar û deverên bazirganî de.

Di teqînekê de li rendaeka Amirîye, polîsan got, 4 kes hatin kuştin û 10 yên dî birîndar bun. Li devera Abu Xirêb, teqînekê 2 dukandar kuştin û 8 kes birîndar kirin.

Bi alîyek dî ve, jimareka hêrîşên çekdara û teqînên xwekûjan li navendên polîsan li rojava Îraqê 19 kes kuştin. Îro çarşem karbidestên Îraqê got, hêrîşên piştî nîşev linav û doruberên bajarê Rutbe li parêzgeha Enbar qewmîn.

Di wan hêrîşan de, xwekujan otombêlên bombkirî di xalên pişkinîna yên polîsan de teqandin û pirek jî kir armanc. 16 ji qurbanîyan polîs in û 3 yên dî sivîl bûn. Hêşta kesî berpisyarîya xwe jiwan hêrîşan ranegihandîye.
XS
SM
MD
LG