Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Aştîya Sûrîyê, Brahîmî li Rojhilata Navîn e


Pêşvenêrê Netewên Yekgirtî û Komkara Ereban yê aştîyê li Sûrîya, Lexder Brahîmî li gerekê ye li Rojhelata Navîn bo bidest xistina piştevanîyê jibo konferansa aştîya Sûrî, li demakî pirsyarên bê bersiv mane ka kî beşdarî konferansî dibe û li jêr çi şert û mercan.

Brahîmî ligel karbidestên Urdinê kom dibe roja çarşem bo danûstandinan liser konferansaa pêşnîyarkirî bi mebesta dîtina çareseryeka sîyasî ji şerê Sûrî re.

Wî libere seredana Qeterê, Tirkîyê, Îran û Sûrîyê bike berî kombûnan digel endamên Civata Tenahîya N.Y li Cenêvê piştî dû heftîyên dî.

Roja Sêşem, karbidestên 11 welatên dostên Sûrîyê li London ligel rikaberên Sûrî civiyan bo razîlkirina layenên li dijî beşdarîya serokê Sûrî Beşar Esed.

Heta niha rikaberîyê beşdarîya Esed red dikin û serokê Hevbendîya Niştimanîya Sûrî Ehmed Carbe dibêjit, danûstandin nabin heta nexşeyek rohin nehêt dariştin jibo derketina Esed ji desthilatê
XS
SM
MD
LG