Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bînbay: Eger Tirkiye bixwaze, Dikare Metranan Rizgar Bike


Yekîtiya Ereb, Aramî û Suryanîyan jibo rizgarkirina du metranên Ermenî û Suryanî yên Helebê ku di meha Nisanê de, ji aliye El Nusra ve hatibûn revandin, daxuyaniyek belav kirin û kampeyna îmzeyê dan destpê kirin.

Serokê Yekîtiya Ereb Aramî û Suryanîyan Mim Yavuz Binbay li Dîyarbekirê ji Dengê Amerîka re got di şer û pevçûnan de divê tu alî dest nade ibadetxane û mirovên alim. Lê rêxistina El Nusra ku girêdayê El Kaide yê, îlan kir ku Metranê Heleb û Îskenderûnê Pavlus Yazici, Metranê Ortodoks yê Suryanî yê Helebê Yuhanna Îbrahim û keşeyê dêra Mar Musa ya helebê Dall’Oglio di deste wan de ye.

Birêz Bînbay got eger Tirkiye bixwaze, dikare van metranan rizgar bike û bang li hemî dewletan kir da ku alîkarî bikin. Mim yavuz Binbay got şerê Surî hatîye astek wusa ku êdî xizmeta gele Surî nake û yên ku li wir zirarê dibinin hemî gel û bawerîyên Sûrî ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:14 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG