Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Sîxurî li ser Hevalan Nahêt Qebûl Kirin


Raspêra Elmanî Angela Merkel dibêje ku wê bo Serokê Amerîka asker kirk u sîxurî kirin li ser hevalbendan nahêt qebûl kirin.

Li kombûna rêberên Yeketîya Ewropî ya 29 endam li Bruksolê roja Pêncşembî, xanim Merkel got wê got ku roja Çarşembî bi telefonê gote rêzdar Obama ku sîxurî kirin li ser hevalan qet nahê qebûl kirin, û got “ Ya pêdivî ye ku me bawerî bi hevalbend û hevpeymanên xwe hebe û noke pêdivî ye ev bawerî carek din bê bê danan.”

Herdu rêber roja Çarşembî peyvîn piştî ku îdia hat kirin ku Ajansa Parastina Niştîmanî ya Amerîkî guhdariya peywendîyên bi telefona destî ya Raspêra Elmanî Markel kiriye.

Di peywendiya telefonî de roja Çarşembî, rêzdar Obama gote xanim Merkel ku Amerîka guhdarî nekiriye, û li paşerojê jî çi caran guhdariya peywendîyên wê yên telefonî nake.

Belavokeka Serya Spî dibêje ku herdu rêber rêkeftin ku hevkariyên xwe yen agehiyan tundtir biken bo parastina ewlehiyên herdu welatan û hevalbendên wan, û taybetmendiya hevwelatiyan.
XS
SM
MD
LG