Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Poyraz Serdana Hişyar Zebarî ya Tirkiyê Dinirxîne


Pîştî krîza Cîgirê Serokomarê Îraqê Tarik El Haşimî ku jiber cezayê îdamê û biryara girtinê xwe spartibû Tirkîyê bi 2 salan, cara ewil danûstandinên fermî bi Îraqê re destpê dikin.

Wezîrê Derve Hişyar Zebarî li pey serdana Bexdayê ya Serokê Komîsyona Derve yê Parlamena Tirkîyê Volkan Bozkir, êvara roja pêncşemê digihîje Tirkiyê.

Birêz Zebarî, di vê serdana xwe de wê bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul, Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu û karbidestên Tirkiyê re çend hevdîtinan pêk bîne.

Jêderên Wezareta Derve ya Tirkîyê radigihînin, li demeke nêz wê Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malîkî jî serdana Tirkîyê bike ku krîza du salan berdewam e bi dawî were.

Berpirsê malpera www.ilkehaber.com Rojnamevan Mehmet Poyraz, serdana Hişyar Zebarî û jinûve germbûna têkiliyên Enqere û Bexdayê dinirxîne.

Birêz Poyroz dibêje, “jiber ku Tirkîyê bi sîyaseta xwe li rojhilata navîn ketiye tengasiyê dixwaze têkiliyên xwe bi welatên cîran re baş bike.”

Rojnamevanê Kurd, li ser naveroka hevdîtinên Wezîrê Derve yê Îraqê bibîr dixe, ji têkiliyên hikumeta navendî ya Îraqê bêhtir, wê li ser babetên mîna pêvajoya çareseriyê, civandina Kongra Netewî ya Kurd û têkiliyên bi herêma Kurdistanê re were rawestîn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:50 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG