Lînkên eksesibilîtî

Lî Teqînên Îraqê 9 Kes Hatin Kuştin


Karbidestêt polîsên Îraqê dibêjin îro li bazarekê bajarê Youifiya li başûra Bexda bombek hat teqandin, ku bo egera kuştina pênc kesan û birîndarbûna 15 kesên din.

Berî hîngî her îro, bombe nêzîkî çend xaniyên polîsan li naverasta bajêrê Baqouba hatin teqandin, ku 4 kes kuştin, ku jinek dinav wan de bu. Deh kesên din di wan êrîşan de birîndar bûn.

Baqouba berê bingehekê el Qayîda bu ku 60 kîlometran bakura rojhilata Bexda ye.

Karbidestên polîsan jimar hingaftiyên wan êrîşan piştrast kirin.
XS
SM
MD
LG