Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Destgehên Parastinê yên Welatên Biyanî Hişyar Kir


Rojnama Washington Post radigihîne ku karbidestên Amerîkî jimarek ji destgehên parastinê yên welatên biyanî agahdarkirin ku ew belgenamên ku ji alîyê Edward Snowden ve karmendê berê yê Ajansa Parastina Niştîmaî hatibûn belav kirin, pêzanîn têda ne li ser hevkariya wan ya nepenî ligel Washington.

Li gor rojnama Amerîkî, bi dehan hizar belgenamên ku Snowden birîne, zanyarîyên hestyar têdane li ser jimarek bernaman dijî hindek welatan wek Îranê, Rusya û Çînê.

Rojname dibêje di wan belgenaman de zanyarî hene li ser çend operasyonên digel hindek welatan ku bi eşkere nehevpeymanên Amerîka ne.

Rojnama Washington Post vê peyamê radgehîne di demekî de ku li ser astê cîhanê rexne li Amerîka tê girtin, piştî ku hat belav kirin ku wedyare Amerîka çavdêriya peywendîyên telefonî yên 35 rêberên cîhanê kirîne, ku yêk li wan çavdêrîkirina telefone destî ya Raspêra Elmanî Angela Merkel bu.
XS
SM
MD
LG