Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Serdana Zebarî ya Tirkîyê re Serdemeke Nû Destpê Kir


Serdana Wezîrê Derve yê Îraqê Hişyar Zebarî, bi hevdîtinên karbidestên pilebilindên Tirkiyê re roja Îniyê berdewam kir.
Wezîrê Derve yê Îraqê, roja Pêncşemê bi Serokomar Abdullah Gul re hevdîtinek pêk anî ku di roja diduyan ya vê serdana girîng de, bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Parlamenê Cemîl Çîçek û Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu re civiya.
Serokomarê Tirkiyê piştî hevdîtina şandeya Îraqê da xuya kirin, ew pir kêfxweş in bi pêşwazîkirina Birêz Zebarî.
Birêz Gul destnişan kir, îradeya ku têkilîyên her du aliyan bi her awayî werin pêşxistin heye.
Birêz Zebarî jî da zanîn, ew girîngiyeke mezin didin danûstandinên bi Tirkîyê re ku bi serdanên pilebilind yên du alî, ew dixwazin têkilîyên herdu welatan jinûve werin asta tê hêvî kirin.
Serokê Parlamena Tirkîyê Cemîl Çîçek li ser serdana şandeya Îraqê ragihand, ew bi gelê Îraqê re bira ne û xwedî nirxên hevpar in ku divê hevdu şaş fahm kirin jî bi hevdîtinên rûbirû çareser bibin.
Li pey hevdîtina Birêz Zebarî ya bi hevtayê xwe yê Tirk Ahmet Davutoglu re jî kombûneke hevpar ya rojnamevanî hate saz kirin.
Wezîr Davutoglu pêşxistina têkilîyan wekî armanceke stratejîk nirxand û got: "Ev du salên dawî di têkilîyên me de rawestînek pêk hat. Têkilîyên me ne mîna berê bûn. Lê dîsa jî bi her awayî danûstandin berdewam bûn.”
Birêz Davutoglu da xuya kirin, li hevdîtinê ji bilî xurtkirina asta danûstandinên bi Îraqê re, bi taybet li ser babeta Sûrîyê û bi giştî jî li ser rewşa herêmê hatiye rawestîn. Wî herwiha ragihand, ew ê li meha 11’an serdana Bexdayê bike.
Wezîrê Îraqê Hişyar Zebarî jî dîyar kir, êdî dem hatiye xebatên hevpar bikin ku ew ê hewl bidin têkilîyan veguherînin asteke baştir.
Wî got, “Îraq rola Tirkîyê ya li herêmê pîroz dike. Em pê bawerin qedera me yek e. Rageşiyên li herêmê bandoreke nebaş li her du alîyan jî dikin.”
Her çiqas tevahîya hurgilîyên naveroka hevdîtinan nehatibin eşkere kirin jî serdana piştî 2 salan ya şandeya Îraqî û dawîanîna kriza sîyasî wekî destpêkirina serdemeke nû jibo her du welatan tê

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG