Lînkên eksesibilîtî

Dormêz: Astengên Konferansa 'Jinêva 2'

  • Muteber Şêrwanî

Amerîka û bi taybet Wezîrê Derve John Kerry bizavên xwe tundtir kirine da konferansa ‌ Jinêva2 li dawiya meha 11 bê kirin, bi hîviya aştîyê li Sûrîyê ku eve pitire ji du salan şerê navxwe li wêrê berdewame û bûye sedema kuştina pitir ji 100,000 kesan û derbiderbûna bi milyonan kesên din dinav û li dervey Sûrîyê de.

Doktor Bengî Haco nivêserê siyasî dibêje opozisyona Sûrî bi rastbînî hizra xwe nake û caverê dike ku desthilatê bidene destê wan. Welîd Hacî nûnerê Partîya Yeketîya Kurd ya Sûrî dibêje eger opozisyona Sûrî beşdarî konferansê nebe, dê weku ew be ku karta kesk daye destê Beşar Esed da pitir li ser desthilatê bimîne.
XS
SM
MD
LG