Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Konferansa Washington Pir Girîng e


Selahattîn Demirtaş
Selahattîn Demirtaş
Hevserokên Partîya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Stenbolê jibo nirxandina babetên rojevê bi endamên medya Cîhanî re hatin ba hev.

Li civîna ku roja Îniyê pêk hat Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demirtaş û Gultan Kişanak ligel rêvebirên BDP’ê beşdarî kirin.

Li civîna rojnamevanî bi giştî rewşa dawî ya pêvajoya çareserîyê, krîza Sûrîyê û rewşa Kurdên Sûrîyê hate nirxandin.

Hevserokê BDP’ê Demirtaş sîyaseta derve ya Tirkîyê rexne kir ku got, ew di rêyeke şaş de ne.

Hevseroka BDP’ê Kişanak jî bal kişand ser rewşa însanî ya Kurdên Sûrîyê, bêdengî û xemsarîya welatên rojavayî rexne kir ku bibîr xist, bi cîwarbûna milîtanên El Qaydê re li Rojava tovê şer hatiye avêtin.

Hevserokan avakirina dîwaran li sînorên Sûrîyê jî şermezar kir ku bang li Tirkîyê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin jibo karên bazirganî û alîkariyên mirovî derîyên sînor vekin.

Birêz Demirtaş, herwiha sê daxwazên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên jibo pêşvebirina pêvajoya aştîyê jî ragihandin.

Hevserokê BDP’ê Demirtaş, civînê li ser konferansa ‘Rola Kurdan li Rojhilata Naverast’ ku nûnertîya BDP’ê ya Amerîkayê lidar dixe, ji Dengê Amerîka re peyivî.
Wî, li ser vê konfrensa ku çav li rê ye roja Duşemê li Washington li dar bikeve got, ‘Jibo dinya guh bide dengê Kurdan ev konferans xwedî wateyeke mezin e ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkîyê û Amerîkayê gelek sîyasetvan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û senator beşdar dibin.”

Birêz Demirtaş, astengkirina Serokê PYD’ê Salih Mislim li sînorê Herêma Kurdistanê bibîr xist ku yek ji beşdarê vê konferansê ye û got, “Em li bendê ne ev rewş di zûtirin demê de çareser bibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG