Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî: Divê Îran jibo ‘Jinêva 2’ Bihête Vexwendin


Brahîmî û Zerîf roja Şembî li Tehranê civiyan.
Brahîmî û Zerîf roja Şembî li Tehranê civiyan.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Komkara Welatên Ereb jibo aştiya Sûriyê dibêje ku gerek Îran jibo beşdariya konferansa aştiya Sûriyê li Jinêvayê bihête vexwendin.

Di gotarekê de li Tehranê roja Şembî, Lexder Brahîmî got ku beşdariya Îranê di konferansa ‘Jinêva’ 2 de asayî û pêdivî ye.

Brahîmî gotarek pêşkeşî peyamnêr û rojnamevanan kir piştî bi wezîrê derve yê Îranî Mihemed Cewad Zerîf re kom bû.

Zerîf got ku Îran dixwaze kirîza Sûriyê bi rêyên diplomasî çareser bibe.

Îran hevalbenda sereke ya Serokê Sûrî Beşar El Esed e.
XS
SM
MD
LG