Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zincîreke Teqînan Paytexta Îraqê Hejand


Cihê teqîna otomobîlekê li taxê Meştel yê Bexdayê, Yekşem, 27'ê meha 10, 2013.
Cihê teqîna otomobîlekê li taxê Meştel yê Bexdayê, Yekşem, 27'ê meha 10, 2013.
Bi sedema zincîreke teqînên otomobîlan, bi kêmî ve 39 kes li Bexdayê hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Karbidestên Îraqî dibêjin bi kêmî ve neh otomobîl li paytextê hatin teqandin.

Piraniya teqînên roja Yekşemê li taxên Şîeyan qewimîn.

Di çend mehên bihurî de, tundûtûjî bi awayekê berçav li Îraqê zêde bûye.

Neteweyên Yekgirtî radigihîne ku her ji meha Nîsanê vir ve, herî kêm 5,000 kes li Îraqê hatîne kuştin.
XS
SM
MD
LG