Lînkên eksesibilîtî

Jiyan li Kampa Domîz ya Penaberên Rojava li Herêma Kurdistanê


Domiz Refugee Camp in Kurdistan Region
Li gorî daneyên UN yên ku di meha 1 ya sala 2013 hatîye destnîşan kirin, piştî şerê Sûrî destpêkir, heta neha 2, 199, 363 kes ji Sûrî revîyane û li welatên cîran dijîn.

Li Îraqê pênc kampên penaberên Surî hene ku sê kamp li bajarên herêma Kurdistanê ne. Mezintirîn kamp, kampa Domîz e ku 20 km. ji bajarê Duhokê dûr e.

Berpisrê Ragihandinê yê Kampa Domîz Salim Saîd destnîşan kir, heta neha 115 hezar penaber li kempê qeyd kirine u ji 70 hezarî zêdetir kes li kampê dijîn.

Qada ku kamp lê hatîye ava kirin, qasî gera çend gundan fireh e. Dema ku mirov dikeve kampê tê dîtin eynî wekî sistema bajaran kuçe û kolanên ku ji konan hatine ava kirin dîyar dibe. Li kampê konteynir jî balê dikşînin lê ev konteynir piranî wekî dibistan, nexweşxane jibo kar u barên fermî tên bikar anînin.


Herçend xwarina mehane ya şênîyên kampê bê pere ji aliye UN û hikûmetê tê dayîn jî lê dîsa sistemeke biçûk ya bazarîyê jî li kampê hatîye ava kirin.

Neha bi dehan kon û baraqayên biçûk wekî dikan, xwaringeh, kuafor û dikanên cil û dirûtinê tên bikar anîn.

Li nav qempê, li hîn cîhan depoyên mezin yên avê hatine lêkirin, jin û keçen penaber, cil û firaqên xwe li ber kaniyan dişon. Dîsa ji van depoyan avê dibin nav konên xwe û beşekî biçûk yê konê ji xwe re kirine cîhê mitbex û serşokê.


Refide Ahmed Hesen 44 salî ye û tevî 9 zarokên xwe di meha Adarê de ji Şamê reviyane hatine. Keça Refide Nexem jî 10 salî ye. Nexemê dibêje di herbê de gelek tiştên xerab ditine û ew biye şahide kuştina zilamekî. Nexemê dibêje pir bêrîya Sûrî dike û bi tyabetî jî bêrîya lêxistina pîyanoyê kirîye.

Şadiye Ahmed jî dayika sê zarokan e. 14 heyv bere jiber ku hevjînê wê mirovek hîzbî bûye, mecbur mane ku birevin. Şadiye Ahmed destnîşan dike ew pir bêrîya cî û warê xwe dikin û jiyana kempê pir zehmet e jibo wan.

Pîrika Eyşe 85 salî ye û çavê wê nabîne. Dema ku Dêrik ji alîyê firokên rejîmê hat bombebaran kirin, der û ciran pirika ku nikare ber xwe bibine, anîne Kurdîstanê mala nevîyê wê. Neha li kempê li ba nevîyê xwe dijî.
XS
SM
MD
LG