Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Navbera Xwepêşander û Polîsên Tirkiyê Pevçûn Derket


Protestoya roja Duşemê li paytexta Tirkiyê.
Protestoya roja Duşemê li paytexta Tirkiyê.
Xwepêşander û polîs li pêş dadgeheke Enqereyê pevçûn, piştî biryareke dadgehê jibo binçav nekirina polîsekî bi navê Ahmet Şahbaz.

Ajansa Anadolu ya nûçeyan radigihîne ku nêzîkî 200 xwepêşander di protestoya roja Duşemê ya paytexta Tirkiyê de beşdar bûn.

Şahbaz bi kuştina xwepêşanderekê 26 salî hatiye tawanbarkirin.

Xwepêşander Ethem Sarisuluk di protestoyeke li dijî hikûmetê de beşdar bû, dema li meha Gulanê li parkeke Stenbolê hate kuştin, li gorî ajansa Associated Press.

Dadgehkirina Şahbaz heta meha 12 hate paşxistin.
XS
SM
MD
LG