Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Bajarekê Kristiyan ji Destê Serhildayan Derdixe


Hêzên rejîma Esed.
Hêzên rejîma Esed.
Hêzên hikûmeta Sûrî bajarekê Kristiyan li bakûra Şamê dubare kontrol dikin.

Li heftiya bihurî, serhildayên ser bi El Qayde beşekê bajarê Sedad kontrol kir. Piraniya xelkê wî bajarî Kristiyan in.

Kontrolkirina Sedad ji layê rejîma Sûrî ve di demekê de ye ku nûnerê navneteweyî bo aştiya Sûriyê Lexder Brahîmî serdana Şamê kir.

Konferansa ‘Jinêva 2’ pirsa sereke ya serdana Brahîmî ye bo Sûriyê.

Amerîka û Rûsya hêvîdar in ku konferanseke taybet bi aştiya Sûriyê li Swîsre li dar bixin, bi beşdariya nûnerên rejîm û opozisyona Sûrî.
XS
SM
MD
LG