Lînkên eksesibilîtî

Fehîm Işik: HDP Rengekî Nû yê Sîyaseta Civakî ye


Fehîm Işik
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) roja Yekşemê li Enqerê kongreya xwe lidar xist.

Li Kongreyê parlemanterên Partîya Aştî û Demokrasîyê, nûnerên gelek partî û rêxistinên çep û sosyalîst yên Tirkîyê amadehî kirin.

Di hilbijartinên seroktîyê de jî parlemanter Sebahat Tuncel û Ertgrul Kurkçu wekî hevserokên HDP’ê hatin hilbijartin.

Nivîskar û şîrovekarê sîyasî Fehîm Işik, li ser kongreya HDP’ê ji Dengê Amerîka re dîyar kir, HDP rengekî nû yê sîyaseta civakî ya Tirkîyê ye û hêvî heye pêşerojê ser bikeve.
Birêz Işik got, “hewildanên sîyaseta Kurd yên pêkanîna tifaqa bi pêkhatên civaka Tirkîyê re ji sala 1995’an berdewam dikin ku damezirandina HDP’ê jî yek ji wan e.”

Wî bibîr xist, jiber ku li Tirkîyê alternatîva sîyasî ya çep ne xurt e, HDP hewil dide bibe alternatîveke xurt ya sîyaseta çep.

Nivîskar Işik da zanîn, projeya HDP’ê yek ji daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku wê bandoreke erênî li ser pêvajoya çareserîyê jî bike.

Wî şik û gumanên derdorên Kurd li ser vê partîyê jî wekî sendroma serpêhatiyên berê ku li ser Kurdan peyda bûye nirxand.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG