Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Otomobîlekê de 5 Kes li Paytexta Çînê Hatin Kuştin


Bi sedema teqîna otomobîlekê li paytexta Çînê, pênc kes hatin kuştin.

Teqîna roja Duşemê li meydana Tiananmen ya navdar qewimî.

Karbidestên polîsî dibêjin ku otomobîlek di nav xelkî de derbas bû û xwe li rêgirên ser şaqamê da û paşî li cem wêneyê rêberê navdar Mao Zedong teqî.

Polîs herwiha dibêjin sê kes di wê otomobîlê de hatin kuştin.

Hejmareke dîdevanan dibêjin ku denga teqînê hat pêş ku agir ji wê otomobîlê bilind bibe.

Demeke kurt piştî teqînê, wêneyên wê bûyerê ji malpera Weibo ya Çînî hatin rakirin.
XS
SM
MD
LG