Lînkên eksesibilîtî

Îran Cezayê Zîndanê li Dijî Hunermendeke Navdar Ragihand


Karbidestên Îranî cezayê 18 mehên zîndanê li dijî hunermenda navdar ya Îranî Pegah Ahangaranî ragihand, li gorî rojnameyeke Tehranê.

Rojnameya Şerq ragihand ku dayika wê hundermendê bi navê Menîceh Hekmet ragihand ku keça wî hatiye cezakirin.

Ahangaranî du caran hatiye binçavkirin, carek li sala 2009’ê û careke din li sala 2011’ê. Hunermenda Îranî ya 24 salî, çalakvana siyasî ye û di xwepêşandanên sala 2009’ê de beşdar bû.

Herwiha sefera derveyî welat ji Ahangaranî re hatibû qedexekirin, li gorî ajansa Associated Press.
XS
SM
MD
LG