Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Kurd yê Serokwezîrê Sûrî Hate Dûrxistin


Qedrî Cemîl
Qedrî Cemîl
Serokê Sûrî Beşar El Esed cîgirê Kurd yê serokwezîrê Sûrî ji hikûmetê dûr xist, li gorî ajansa nûçeyan ya ser bi rejîmê.

Qedrî Cemîl roja Sêşemê ji posta xwe hate ladan jiber kombûna wî bi karbidestên Amerîkî re li Swîsre, bêy moleta rejîma Sûrî, li gorî ajansa Associated Press.

Ajansa SANA radigihîne ku Esed cîgirê serokwezîrî ji hikûmetê derxist, jiber kombûna wî ya li derveyî welatî bêy agahdarkirina hikûmetê.

Karbidestekî Neteweyên Yekbûyî dibêje ku Qedrî Cemîl pêş çend rojan li Jinêvayê ligel karbidestên Amerîkî kom bû jibo encamdana gotûbêjan li ser konferansa aştiya Sûriyê, ku biryar e li wî bajarî birêve biçe.
XS
SM
MD
LG